Koreya Bakur fuzeya balîstîk firand

Koreya Bakur ragihand, ku wan fuzeya balîstîk firandine. DYA û Japonyayê, li dijî vê hewldana Koreya Bakur helwesteke hevpar nîşan dan.

Hat ragihandin, fuze ji herêma rojava ya Bakurê Koreyê hatiye firandin û piştî ku 500 kîlometreyan li hewayê geriya ye, aliyê rojhilat ê welêt ketiye nava deryayê.

Wezareta Parastinê ya DYA Pentagonê piştrast kir, ku fuze hatiye firandin. Rayedarekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Reutersê re ragihand, ku ew ê di demeke nêz de hê bêhtir agahiyan bi dest bixin û nirxandinên wan didome.

Serokê DYA Donald Trûmp da xuyakirin, ku ew ji sedî sed li pişt Japonyayê ye, ku ji ber vê ceribandina fuzeyê li dijî Koreya Bakur e.

Serokwezîrê Japonyayê Abe, li ser ceribandina fuzeyê ya Koreya Bakur got, "Ev ceribandina fuzeyê ya Koreya Bakur bi ti awayî nayê qebûlkirin. Divê Koreya Bakur bi temamî li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tevbigere." Abe diyar kir, Trûmp der barê Koreya Bakur de 'bawerî' daye wan.