Komên Rûs bi gumanbarî nêzî agirbesta Ûkraynayê dibin

Tê payîn, li rojhilatê Ûkraynayê, agirbesta navbera yekîneyên artêşê û serhildêrên Rûs, ji sibe û pê ve bikeve meriyetê. Serhildêran dan xuyakirin, ku ew bi guman in, Kîev li gorî agirbestê tevbigere.

Di çarçoveya agirbestê de, ku Wezîrên Karên Deve yên Rûsya û Ûkraynayê duh li Elmanyayê ragihandin, wê ji sibe û pê ve çekên giran ji herêmên şer bên vekişandin. Ev hevdîtin di bin çavdêriya Elmanya û Fransayê de hatin kirin. Tevî vê biryarê jî, tê gotin ku ji bo vekişandina yekîneyên çekên giran wê artêşa Ûkraynayê xwe giran bike.

TI NÎŞANEYEK VEKIŞÎNÊ LI NAVA ARTÊŞA ÛKRAYNAYÊ XUYA NAKE

Tevî agirbesta hat ragihandin jî, tê gotin; serhildêrên Rûs ên li herêma Donetskê serdest in, ji rêvberiya Kîevê hê bê bawer in.

Nûnerê Komara Gel a Donetskê Edûard Bassûrîn li ser mijarê axivî û îdîa kir, ku artêşa Ûkraynayê duh tevahiya rojê top barand. Bassûrîn da xuyakirin, ku ragihandina agirbestê 'bê wate' ye û anî ziman, ti nîşaneya vekişîna artêşa Ûkraynayê nîne.

Ji bihara sala 2014'an û vir ve li herêmên Donetsk û Lûganskê şer diqewime. Di vî şerî de ji her du aliyan zêdeyî 10 hezar kes mirin e. Ji bo qedandina vî şerî, li Rûsya Spî, Elmanya û Fransayê bi dehan caran civîn hatin lidarxistin û gelek caran agirbest hatin ragihandin. Lê tevlî vê yekê jî agirbest ti carî mayînde nebû.

Herî dawî, di dawiya meha Kanûnê de agirbest hat ragihandin. Tevî vê yekê jî şer dewam kir û ji destpêka mehê û vir ve zêdeyî 30 kesî jiyana xwe ji dest dane.