Keştiyek bazirganiyê ya ji serdema Roma maye li Mallorcayê hate dîtin

Li peravên Mallorcayê, ku yek ji giravên Derya Spî ye, keştiyek binavbûyî hate dîtin. Di encama lêkolînan de derket holê ku keştî, keştiyeke bazirganiyê ya serdema Roma ye.

Li gorî nûçeya rojnameya Mallorca Zeîtûng ku bi Elmanî tê weşandin, keştî li başûrê giravê hat dîtin û tê texmînkirin ku ji sedsala 3'an an jî ya 4'an ma ye. Keştî li cihekî xwezayî yê tê parastin, bi 70 metreyan di binê avê de hat dîtin.

Li gorî encamên lêkolîna zanyarên Spanyayî, keştî bi qasî 20 metreyan dirêj e. Derket holê, vê keştiyê di serdema Roma de ji Bakurê Afrîkayê madeyên xwarinê di kupan de dibir ji Fransa û Îtalyayê.

Zanyar dibêjin, girava Mallorca di serdema kevn de li ser rêya bazirganiyê ya navbera Afrîka û Ewropayê de bû, lewma dibe ku ev keştiya noqî binê avê bû, ji bo bêhnvedanê li vê herêmê sekinî be.