Karê ku Trûmp di nava hefteyekê de kir bi vî rengî ye

Serokê nû yê DYA Donald Trûmp, piştî ku dest bi wezîfeyê kir mohra xwe danî binê gelek biryarên sosret. Biryarnameyên ku li dû hev hatin îmzekirin, li qada navneteweyî deng vedan.

Ev biryarnameyên Trûmp, qedexe, pêkanînên cihêkarî û nîjadperestiyê, dijberiya jin û hawirdorê û binpêkirina qanûn û destûra bingehîn îfade dikin. Li her devera cîhanê, ev kiryarên rêveberiya Trûmp tên şermezarkirin. Bi taybetî li dijî qedexeyên li ser koçberan hatin şermezarkirin. Li paytexta Îngilîtan Londonê roja Duşemê bi deh hezaran kes daketin kolanan û biryarnameya Trûmp a li ser koçberan şermezar kirin.

Biryarnameyên ku Trûmp di nava hefteyekê de mohra xwe danî binî û rê li ber krîzê vekirin, bi vî rengî ne:

-Sîgorta tenduristiyê ya Amerîkiyan Obamacare hat betalkirin. Li şûna wê tiştek nehat bicihkirin.

-Peymana şirîkatiya Transatlantîk, ku ji aliyê rêveberiya Obama ve piştî karekî 7 salan ket meriyetê, betal kir.

-Qanûnên li dijî neoptîzmê, ku weke alîgirtinê tê binavkirin, bin pê kir û zavayê xwe kir şêwirmendê Qesra Spî.

-Destûra Bingehîn a DYA binpê kir û erê kir ku welatên byanî pereyan bişîne ji kargehên xwe re.

-Alîkariya pere ya ji bo rêxistinên civakî yên sivîl, ku ji bo jin li gelemperiya cîhanê karibin kurtajê bikin alîkariyê bi wan re dikin, birî.

-Piştre pêşî lê hat girtin ku jinên Amerîkî ji sîgorta yan jî fonên hikûmetê yên ji bo jinan, sûdê wernegirin.

-Fonên têkoşîna li dijî şîdeta li jinê, fonên hunera neteweyî û bernameyên pêşvebirina bazirganiyê ji bo hindikayiyan, birî.

-Her wiha fonên ji bo radyo televîzyon a ceaweriyê û alîkariya ji bo buroyên enerjiya bi bandor û dikare bê nûkirin, qut kir.

-Qedexeya li ser bikaranîna gaz û petrolê ya li hin cihên pîroz, betal kir.

-Di mijara germahiya global, çandinî û tenduristiyê de ferman da medyayê ku sansureke tam bike.

-Hatin penaberan ji bo DYA sekinand, hatina welatiyên Sûriyeyê bi temamî qedexe kir.

-Hatina welatiyên 7 welatên Misilman ji bo DYA, qedexe kir.

-Ji bo dîwanê şermê fînanse bike, ji sedî 20 baca li ser hemû berhemên ji Meksîkayê tên, zêde kir.

-Ji bo plana dersînorkirina komî, dest bi îmzekirina fermanan kir.