Kanadayê di qebûlkirina penaberên Sûriyeyî de xwe sist kir

Piştî komkujiya Parîsê derî li penaberên Sûriyeyî tên girtin. Kanadayê hejmara penaberên dixwest îsal qebûl bike, kêm kir.

Piştî komkujiya Parîsê derî li penaberên Sûriyeyî tên girtin. Kanadayê hejmara penaberên dixwest îsal qebûl bike, kêm kir.

Hikûmeta Kanadayê ragihand ku ew ê heta dawiya salê bi tenê 10 hezar penaberên Sûriyeyî qebûl bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kanada wê soza xwe ya qebûlkirina 25 hezar Sûriyeyan bi cih bîne, lê belê ji ber sedemên ewlekariyê kar û barên qebûlkirin wê demeke dirêj biajo.

Kanada wê 15 hezar Sûriyeyiyên mayî heta Sibata 2016'an qebûl bike.

Wezîrê Ewlekariya Cemaweriyê Ralph Goodale da xuyakirin, ku di serlêdanên penaberiyê de ew ê lêpirsîna ewlekariyê di asta herî bilind de bikin. Goodale got, "Berî ku penaberekî Sûriyeyî li balafireke Kanadayê siwar bibe, wê teqez kontrola ewlekariyê bê kirin. Eger di serlêdanê, hevpeyvînê yan jî agahiyên dayî de gumaneke biçûk derkeve holê, em ê dosyayê deynin aliyekî ku ji bo piştre binirxînin."

Serokwezîr Jûstîn Trûdeaû ragihand ku gelê Kanadayê amade ye penaberan qebûl bike, le belê ji bo wan di nava şert û mercên herî baş de pêşwazî bikin, dema qebûlkirinê dirêj kirine.