Kanada li dijî Fentanyl ku rê li ber mirina bi hezaran kesî vekir dikeve tevgere

Li Kanadayê hikûmet li dijî êşbira bi navê Fentaynl ku sala çûyî rê li ber mirina bi hezaran kesî vekir wê tevdîran bistîne.

Hatibû ragihandin ku dermanê bi navê Fentanyl ku weke êşbirê tê bikaranîn par li eyaleta Brîtîsh Columbîa bûbû sedem ku 900 kes bimirin.

Li vê eyaletê li gorî rejeya giştî ya Kanada tê zanîn ku ev derman pir tê bikaranîn û ji ber sedema ku vî dermanî zêde bi kar tînin hijmara kesên ku mirine zêdetir bûne. Li gorî sala 2015’an hijmara kesên ku mirine sedî 80 zêde bûye, li eyaleta Alberta jî ji ber ku zêde Fentanyl hatiye bikaranîn 343 kes mirine.

Ji ber sedema mirinên bi bikaranîna vî dermanî Wezîrê Tendiristiyê yê Federal Jan Phîlpott biryar da ku li dijî vê sedatîfeyê tevdîr werin standin. Di nav vê çarçoweyê de li dijî overdoza bi navê naloxone wê spreyên karîger ê li ber bêvilan werin belavkirin.

Dîsa ji bo pêşîlêgirtina mirinan ji bo 10 milyon Brîtîsh Columbuiayian wê 65 milyon dolar bûtçe were terxankirin.