Kanada jî tevlî Peymana Bazirganiya Çekan dibe
Hikûmeta Kanadayê, ku di salên dawî de ji ber firotina çekan ji bo welatên cihê nîqaşê ne tê rexnekirin, diyar kir ku ew ê bibe aliyekî Peymana Bazirganiya Çekan (ATT).
Hikûmeta Kanadayê, ku di salên dawî de ji ber firotina çekan ji bo welatên cihê nîqaşê ne tê rexnekirin, diyar kir ku ew ê bibe aliyekî Peymana Bazirganiya Çekan (ATT).
Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê Chrystîna Freeland pêşnûme qanûnek xist rojevê û ragihand, qanûnên li ser firotina çekan wê li gorî şertên Neteweyên Yekbûyî bi cih werin anîn.
Bi vê pêşnûmeyê re Kanada dixwaze tevlî nava Pymana Bazirganiya Çekan a Neteweyên Yekbûyî (ATT) bibe. Li gorî vê peymanê, wê ji welatên ku qirkirinê, sûcên li dijî mirovahiyê dikin, sûcên şer kirine û îhtimala êrîşa li dijî sivîlan heye, çek neyê firotin.
Ev peyman ji sala 2014'an û vir ve di meriyetê ye û heta niha 140 welatan mohra xwe danîne binî.
Kanada, ji ber firotina wesayîtên leşkerî yên zirxî ji bo Erebîstana Siûdî dihate rexnekirin.