Kamara Avam pêşnûmeya Brexîtê erê kir

Pêşnûme qanûna ji bo destpêkirina pêvajoya derketina Îngilîstanê ji nava Yekîtiya Ewropayê, li Kamara Avamê di degndanê de bi piraniya dengan hate qebûlkirin.

Ji bo xala 50. a Peymana Lîzbonê ku weke Destûra Bingehîn a Yekîtiya Ewropayê tê qebûlkirin bikeve dewrê, Kamara Avamê ku baskê jêrîn ê Parlamenta Brîtanyayê ye, erk da hikûmetê.

Di dengdanê de 494 parlamenteran erka ku Serokwezîr Therea May dixwaze erê kirin. Piraniya wan ji Partiya Karker (Laboûr), 122 parlamenteran jî dengê 'NA' bi kar anîn.

Serokwezîr Theresa May, ji bo encama referandûma Brexîtê bixe meriyetê, xwest, dengê parlamentê bigire. Pêşnûmeya ku li Kamara Avamê hat qebûlkirin, piştî nîqaşê wê ji bo erêkirinê ji Kamara Lordan re bê şandin.