Ji Ebadî rayeya heta dawî

Ebadî ji bo ‘parastina dewlet û saziyên gelemperî’ rayeya heta dawî da Meclîsa Ewlehiya Neteweyî.

Meclîsa Ewlehiyê ya Neteweya Iraqê di serokatiya Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî de kom bû. Ebadî da xuyakirin ku ji bo parastina dewlet û saziyên gelemperî yetkiya tam daye Meclîsa Ewlehiyê ya Neteweyî.

Civîn û biryarên ku îro hatine girtin, ji malpera fermî ya Iraqê ve hate weşandin. Di daxuyaniya nivîskî de hate destnîşankirin ku li ser çalakiya dagirkirina Parlamentoya Iraqê ya ku alîgirên Sadr 30’ê Nîsanê pêk anîbûn û li hember êrîşên dibe ku pêk werin giftûgê hatine kirin, li ser tedbîrên ewlehiyê hatiye rawestandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo zêdekirina tedbîrên ewlehiyê hin biryar derketine, têkîldarî naveroka biryaran jî ti agahî nehatin parvekirin.