Ji DYA’yê ji bo Îranê hişyariya ceribandina fuzeyê

Dewleta Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) li dijî ceribandina fuzeyê ya Îranê ku di dawiya hefteyê de pêk anîbû, daxuyaniyek da û hişyarî kir ku ceribandin ‘provakasyon’in.

Şêwirmendê Ewlekariya Serok Dewletê DYA Danold Trûmp Michael Flynn, wiha got: “Em bi fermî Îranê hişyar dikin”, diyar kir ku li dijî ceribandina fuzeyanin.

Flynn di brîfînga çapemeniya Qesra Spî de axivî, diyar kir ku Îran ‘Di rewşa wê seknê de ye ku aramiya Rojhilata Navîn xirab bike” ye.

Flynn bi bîr xist ku li gel ceribandina fuzeyan, Îran li hemberî DYA û mûtefîkên xwe yên li herêmê ‘Xeteriya wê dewam dike.”

Michael Flynn destnîşan kir ku ev kiryar li dijî pêşnûmeya bi jimara 2231 a ku ji beriya niha ji aliyê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî KENY) ve ku Îranê îmze kiribû ye, ji beriya niha rêveberiya Barack Obama bi qasî pêwîst li dijî Îranê bertek nîşan nedaye jî rexne kir.

Îranê roja Yekşemê li bajarê Semnan fuzeya ku avêtî biqasî 965 kêlometreyan firiya û şûn de hate teqandin.