Ji ber şewata li Şîlî daristana ji 380 hezar hektarî şewitî

Şewata li Şîlî ev du hefte ne dewam dike. Tê gotin, heta niha bi qasî 400 hezar hektar qada daristanî şewitiye.

Şewata bi daristanê ket, ku weke 'karesata herî mezin' a dîroka Şîlî hat binavkirin, bû sedem ku bi hezaran mirovên li herêmên navîn ên vî welatî dijîn, ji cih û warên xwe bibin. Heta niha 11 kes ji ber şewatê mirin e. Li herêma O'Hîggînsê şewat bi giranî hatiye kontrolkirin, lê hê li gelek herêman dewam dike.

Li herêma Bîobîo ya li başûrê welêt jî, ji ber şewatê gelek gund û bajarok hatin valakirin. Heta duh, 380 hezar hektar (3800 kîlometreçaregoşe) qadeke daristanî şewitî.

Ji bo vemirandina şewatê, zêdeyî 11 hezar arkuj, leşker û polîsên ji gelemperiya welêt hatine wezîfedarkirin. Welatên Latîn Amerîka Brezîlya, Arjantîn û Venezûela, her wiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Fransa û Spanyayê jî ji bo vemirandina şewatê helîkopter û arkuj şandibûn.

Ev şewat ji aliyê Serokdewleta Şîlî Mîchelle Bachelet ve weke mezintirîn karesata dîroka welêt hat binavkirin. Bi hinceta ku rola xwe di rûdana şewatê de heye, bi qasî 50 kes hatin binçavkirin.