Îtalya û Lîbyayê li ser penaberan li hev kirin

Îtalya, ku rawestgeha sereke ya penaberên berê xwe didin Ewropayê ye û Lîbyayê, li ser mijara astengkirina penaberan li hev kirin.

Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentîlonî û Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê Fayez el Sarraj li Romayê li hev civiyan. Hat ragihandin, ku her du Serokwezîran li ser mijara penaberan li hev kirine.

Ev hevdîtin, beriya civîna bilind a serokê dewlet û hikûmetên Yekîtiya Ewropayê pêk hat, ku wê îro li Maltayê bê lidarxistin.

Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentîlonî piştî hevdîtinê axivî û diyar kir, belgeya lihevkirinê hatiye îmzekirin. Di vê çarçoveyê de wê hewl bê dayîn hevkariya her du welatan bê zêdekirin û pêşî li bazirganiya mirovan a li pervanên Lîbyayê were girtin.

Gentîlonî destnîşan kir, ku mijara wan bi Lîbyayê re li hev kirine, 'parçeyekî planeke mezintir' e ku wê îro li Maltayê bê nîqaşkirin.

Serokwezîrê Lîbyayê Fayez el Sarrajj jî da xuyakirin, ku li dijî bazirganên mirovan, ji bo ewlekariya pervanên welatê wî, pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Bazirganên mirovan ên ji nearamiya ji ber şerê navxweyî yê li Lîbyayê sûdê werdigirin, par 180 hezar kes bi keştiyên ji hev ketî û botên plastîk şandibûn Îtalyayê. Tê texmînkirin, hejmara mirovên ku par berî bigihêjin Îtalyayê li Derya Spî xeniqîn 4 heta 5 hezar kesî ye.