IMF: Wê di sala 2017'an de rêjeya ekonomiyê 3,4 bilind bibe

Li gorî texmînên ku ji aliyê Fona Dirav a Navneteweyî (IMF)hate weşandin, di wê pêşbîniyê de ne ku di sala 2017'an de rêjeya mezinbûna ekonomiyê ya di cîhanê de wê bigihêje 3,4.

Li gorî texmînên ku ji aliyê Fona Dirav a Navneteweyî (IMF)hate weşandin, di wê pêşbîniyê de ne ku di sala 2017'an de rêjeya mezinbûna ekonomiyê ya di cîhanê de wê bigihêje 3,4. Texmîna mezinbûna ekonomiyê li gorî sal 2018'an jî ji sedî 3,6 da nîşandan.

Li gorî IMF'yê, rêjeya mezinbûna ekonomiyê ya welatên di pêşketinê de, li gorî sal 2017 1,9 û ji bo sala 2018'an jî wê ji sedî 2 be. Di pêşbîniyên IMF'ê yên di meha Cotmehê de ev rêje ji sedî 1,8 dabû nîşandan.

Rêjeya mezinbûna ekomomiya welatên di asta pêşketin û bilindbûnê ya di sala 2017 -2018'an de, tê texmînkirin ku ji sedî 4,5 be.

Li gorî IMF'ê, rêjeya mezinbûna DYA ya ku di cîhanê de xwedî ekonomiya herî bilind e, ji sedî 2,3 ye, ya Yekîtiya Ewropayê jî ji sedî 1,6.

Tê çavdêrkirin ku li Çînê kêmbûna leza mezinbûna ekonomiyê wê dewam bike. Li gorî vê, Çîn di sala 2016'an de ji sedî 6,7 bû, li gorî sala 2017'an ev rêje wê dakeve 6,5 û tê texmînkirin ev rêje di sala 2018'an de dakeve ji sedî 6'an.