IISS: Serdestiya leşkerî ya NATO'yê qels dibe

Li gorî rapora biçekbûnê ya saziya thînk-tank a bi navê IISS a li Londonê, welatên Asya budçeya xwe ya ji bo biçekbûnê zêdetir kirine. Serdestiya leşkerî ya welatên NATO jî qels dibe.

Li gorî rapora biçekbûnê ya saziya thînk-tank a bi navê Estîtuya Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî (IISS) a li Londonê, welatên Asya budçeya xwe ya ji bo biçekbûnê zêdetir kirine. Serdestiya leşkerî ya welatên NATO jî qels dibe.

Rapora IISS a li ser biçekbûyîna sala 2015'an ji aliyê serokê saziyê John Chîpman ve li Londonê hat eşkerekirin.

Di raporê de hat ragihandin ku serdestiya leşkerî ya welatên NATO'yê li gorî welatên Asyayê kêm bûye û hat gotin, DYA bi budçeya leşkerî ya ji 597 mîlyar dolarî re hînê welatê herî zêde budçeyê ji karên leşkerî vediqetînê ye.

Li gorî raporê, budçeya DYA ya leşkerî, ji budçeya leşkerî ya 10 welatên piştî wê tê zêdetir e. Çîn a di rêza duyemîn de cih digire jî, budçeya xwe ya leşkerî yek ji çar parên budçeya leşkerî ya DYA ye.

IISS da zanîn, ku lêçûnên leşkerî yên Rûsyayê ji aliyê dolar ve kêm bû be jî, ji aliyê rûble ve ji sedî 10 zêde bûye û bernameyên nûjenkirina leşkerî encaman êdî bi xwe re tîne. Di raporê de hat destnîşankirin, ku Rûsya bi taybetî di teknolojiyên tank û panzeran re bi pêş de çûye û hat ragihandin, ku divê welatên NATO li ser teza "dikarin welatên Rojhilatê Ewropayê bi lez li hemberî Rûsyayê biparêzin" baş bê nirxandin.

Di raporê de cih ji bernameyên nûjenkirina leşkerî yên welatên Asyayê bi taybetî ya Çînê re hat veqetandin û hat ragihandin, ku ev yek li gorî endamên NATO, bi taybetî jî welatên Rojavayî, di asteke cidî de bi pêş de çûye.

Di rapora IISS de bal hat kişandin ser lêçûnên leşkerî yên welatên Rojhilata Navîn bi taybetî Erebîstana Siûdî hat ragihandin, ku lêçûnên Siûdiyan ên leşkerî 82 mîlyar dolar e. Hat gotin ev yek wê bêhtir biçekbûyîna Îranê bi xwe re bîne. Di raporê de hat destnîşankirin, ku rakirina amborgya navneteweyî li hemberî Îranê wê bibe sedem ku Îran hîn bêhtir tevlî pêşbirka biçekbûyînê bibe.