Hilbijartinê Îranê: Rûhanî dîsa endam e

Li Îranê 19’ê Gulanê hilbijartina sreokkomariyê heye Hasan Rûhanî dîsa xwe di ber re kir.

Rûhanî piştî serlêdana endamtiyê ya ji bo serokkomariyê ji nûçegehinan re axivî û rexne li mihefezekara anî ku li dijî peymana nukleerî ne, ku bi dewletên Rojavayî re li ser wê li hev kiribûn. Rûhanî got: ‘’ Parastina wê (peymana nukleerê) di neteweya Îranê de yek ji meseleya herî girîng a siyasî û ekonomîk e. Zirdêyên ku tim dixwazin vê pitikê bikujin ji bo vê peymanê nikarin bibin parêzvanên baş’’

Rûhanî 2013’an hatibû ser kar. Rûhanî bi welatên 5+1 di muzakereyên nukleerê de li hev kiribûn, di encama vê de jî li ser  Îranê gelek ambargo rabûbûn. Ji bo hilbijartina 19’ê Gulanê serokkomarê berê Ahmedînejad endamtiya xwe ragihandibû.