Hikûmeta Romanyayê wê ‘Distûra efûyê’ betal bike

Distûra Efûyê ya ku li Romanyayê bû sedema nerazîbûna gel ku bi sed hezaran kes dakevin kolanan wê were betalkirin.

Serokwezîrê Romanyayê Sorîn Grîndeanû, li ser mijarê daxuyaniyek da û ragihand wê distûra Efûyê vekişînin. Grîndeanû diyarkir ku ew Romanyayekî duparçeyî naxwazin, ji bo betalkirina distûrê wê roja Dûşemê bicivin.

Di vê navberê de bi sedan hezaran di serî de li paytext Bûkreşê û gelek deverên cuda distûra ku di rojevê de ye, protesto kirin.

Li Bukreşê, gel li qada pêşiya avahiya hikumet kom bûn, piştî nîvro ber bi Meclîsê ve meşiyan. Girseya ku li dora meclîsê kom bibûn li dîjî hikûmetê slogan berz kirin. Di vê navberê de li derdorî avahiya Meclîsê ewlekariyekî zêde hate girtin û gelek rê li çûn û hatinê hatibûn girtin.