Hikûmeta Ingilîz bi hinerdeya çekan hiqûqa navdewletî binpê kir

Diyar bû ku hikûmeta Ingîltereyê, Siûdî jî di nav de dema ku çek dane gelek dewletan danezana mafê mirovan piştguh kiriye û hiqûq binpê kiriye.

Rojnameya The Independent ku li Ingîltereyê weşana xwe dike, îro nûçeyek da ku tê de tê gotin hikûmeta Ingilîz dema ku çekan difiroşe Siûdî mafê mirovan binpê kiriye.
Li gorî nûçeyê hikûmeta Ingîltere dema ku çekan dide dewletên weke Siûdî û hwd. nanere bê ka polîtîkayên van dewletan li gorî peymanên mafê mirovan in an na.

Berdevkê hikûmetê têkildarî mijarê daxuyanî da rojnameyê û got, tenê dema ku çek têne firotin tê hesêb kirin bê ka ji bo binpêkirina mafê mirovan tê bikaranîn an na.
FIROTINA ÇEKAN A JI BO SIÛDÎ DI ROJEVÊ DE YE

Siûdî ya Erebîstanê li dinyayê yek ji wan dewletan e ku herî pir çekan dikire. Herî pir jî DYE û Ingîltere çekan difiroşin vê dewletê.

Lê Siûdî bi destekdayina komên cîhadîst ên li Sûriyê, bi êrîşên xwe yên bi ser sivîlan de li Yemenê li Ingîltere bûye rojev. Kesên ku nerazî ne çekan difiroşin Siûdî serî li Dadgeha Bilind dan û van rojan wê biryar diyar bibe.

The Îndependet jî beriya biryarê têkildarî mijarê nivîsek belav kir.

Di nûçeyê de cih dide rapora komîteya parlamentoyê ku ji kuştina 47 sivîlan a li Yemanê dewleta Siûdî berpirsyar tê dîtin û her wiha tê gotin bombeyên ku li Yemenê bû sedema mirina 10 hezar mirov bombeyên xarên Ingîltere ne.

Wezîrê Ingîltere yê berpirsê Rojhilata Navîn û Efrîkayê Tobîas Ellwood got li ser mijara komkujiya Yemenê ‘’bûyerên li herêmê yek bi yek nehatine nirxandin û ev bûyer ji bo ku bigihijin ramaneke giştî hatine bikaranîn.’’

HIKÛMET DIXWAZE FIROTINA ÇEKAN A JI BO SIÛDÎ REWA BIKE

Li gel ku di komkujiya Yemenê de çekên Ingîltere hatine bikaranîn jî daxuyaniya Ellwood rê li ber nerazîbûnan vekir. Saziyên kul i dijî firotina çekan a ji bo Siûdî xebatan dikin weke parastina polîtîkayên tarî yê hikûmeta Torry Brexîtê bi nav kir.