Hikûmeta Şamê planê penaberiyê yê Erdogan red kir

Hikûmeta Şamê planê şandina milyonek penaber ê Serokomarê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan red kir û got: “Lîstîkeke êrîş kirinê û projeyeke krîmînal e.“

Li gor ajansa fermî Sanayê, hikûmeta Şamê bertek nîşanê vegerandina li Sûriyeyê ya milyonek penaber a dewleta Tirk daye. Wezîriya Karûbarê Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: Daxuyaniyên Serokomarê Tirk, lîstikên êrîşkirinê yên vê rêjîmê yên li dijî yekîtî û gelê Sûriyeyê ne.’’

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em wek hikûmeta Sûriyeyê van planan red dikin û ji dewletên dibin piştgir ji projeyên krîmînal ên rejîma Tirk re, dixwazin ku piştgiriyê nekin.’’

'HERÊMÊN EWLEHIYÊ DIKIN MÊTINGEH'

Li gor Serokomarê Dewleta Tirk ji sala 2016‘an û operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bi vir de 500 hezar Sûriyeyî li herêmên wek “herêmên bi ewlehî“ tên pênasekirin hatine bicihkirin.

Wezareta Karûbarê Derve, bertek nîşan da ku avakirina van herêman bi kêrê parastina hêrêmên sînor ên navbira Sûriyeyê na lê bi kêrê mêtingeh kirin û avakirina qereqolên ji bo êrîşên terorî li dijî gelê Sûriyeyê tên.