Hêzên ewlekariyê yên Ramadî xendekan li ber DAIŞ'ê dikolin

Hêzên ewlekariyê yên wîlayeta El Anbar a Iraqê, ji bo pêşî li çeteyên DAIŞ'ê bigirin, li dora bajêr xendekan dikolin.

Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên ewlekariyê ve hatin ragihandin, wê bi qasî 45 kîlometreyan xendek bên kolandin. Xendek wê bi 1.5 metreyan kûr be û bi dîwarê ji 1.5 metreyan bên zexmkirin.

Rayedaran dan xuyakirin, ku ji bo pêşî li êrîşên bi wesayîtên bombebakirî yên çeteyên DAIŞ'ê û hatin çeteyan bigirin, ew van xendekan dikolin.

DAIŞ'ê di sala 2014'an de hema hema temamiya wîlayeta El Anbar a li ser sînorê Sûriye, Urdun û Erebîstana Siûdî dagir kiribû. Bajarê Ramanî, di Sibata 2016'an de, Fellûce jî di Hezîrana heman salê de ji DAIŞ'ê hatibûn rizgarkirin.