'Hevkar'ê êrîşkarê Berlînê nehate dîtin!

Di lêpirsîna êrîşa meha Kanûnê ya li paytext Berlînê de, ku 12 kes lê hatin kuştin, encama 'kujerê endamê DAIŞ'ê Anîs Amrî bi tena serê xwe tevgeriya ye' derket.

Roja 19'ê Kanûnê, çeteyê bi navê Anîs Amrî yê ji Tûnisê, bi TIR'ê êrîşî sûka Noelê ya li Berlînê kiribû û 12 kes kuştibû. Amrî piştî komkujiyê reviya bû Îtalyayê û li vê derê, di dema kontrola polîsan de hatibû kuştin. Hevkarê Amrî jî nehatibû tespîtkirin.

Li gorî Dozgeriya Giştî ya Federal a ku lêpirsîna komkujiyê dike, Anîs Amrî ev êrîş bi tena serê xwe kir û li Elmanyayê ti hevkare wî nehatiye tespîtkirin.

Li gorî dozgeriyê, di dîmenekî Amrî yê 7 hefte berê kişandibû de, soza girêdana bi çeteyên DAIŞ'ê daye.