Hevdîtinên Kibris li Cinêvê hat destpêkirin

Mûzakereyên Kibris ên di bin çavdêriya NY'yê de, li ofîsa NY'yê ya Cinêv destpê kir. Serokkomarê Bakurê Kibrisê Mûstefa Akinci û Serokê Kibris yê Rûm Nîkola Anastasîadîs jî beşdarî civînê dibin.

Mûzakereyên Kibris ên di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY)de ku ji bo pirsgirêkên Kibrisê were çareserkirin, di saetên sibehê de li ofîsa NY'ya li bajarê Cinêv ê Swîsreyê destpê kir. Serokkomarê Bakurê Kibrisê Mûstefa Akinci û Serokê Kibri yê Rûm Nîkola Anastasîadîs jî beşdarî civînê dibin.

Akinci û Anastasîadîs di saetên sibehê de ji aliyê Dîrektorê Giştî yê Ofîsa NY'ya Cinêvê Mîchel Morler û Şêwirmendê Taybet ê Kibrisê û Sekreterê Giştî yê NY'yê Espen Barth Eîde ve hatin pêşwazîkirin. 

Piştî çapemeniyê dîmen kişandin û şûn de, derbasî mûzakereyên ku wê 3 rojan bidomin bûn. Wê di rojên yekem ên mûzakereyê de mijarên mulkiyet û parvekirina hêz û rêveberiyê ji di nav de, bigirin dest.

Piştî hevdîtinana, tê payîn ku di 11'yê Çileyê de her dû alî nexşerêya xwe pêşkêş bikin , 12'ê Çileyê jî bi beşdariya welatên weke Tirkiye, Yewnanîstan û Îngîlîstan ku tê plankirin wê konferansekî navneteweyî bê lidarxistin.

Hevdîtinên Kibris li ser 6 sernavên mîna Ekonomî, Yekîtiya Ewropa, Mulkiyet, Parvekirina Hêz- Rêveberiyê, Xak û Ewlekarî li xwe digire.

Di tevahiya civînê de xala ku herî zêde li ber çav û bi taybet beşa herî zêde Rûm li ser rawest e, wê mijara derketina leşkerên Tirk a li Bakurê Kibirisê be.

Serokkomarê Bakurê Kibirsê Akincilar, bi zext û gefên Tirkan dixwaze leşkerên Tirk li Bakurê Kibrisê bimîne.

NAXWAZIN ERDOGAN BEŞDARÎ HEVDÎTINA BIBIN

Piştî mûzakereyan, tê payîn di komferansê de ku wê 12'yê Çileyê bê lidarxistin Serokkomarê Tirk Erdogan jî beşdar bibe. Siyasetmedarên Kibrisî diyar kir ku eger di encama hevdîtinan de lihevkirin pêk were, bi beşdarbûna Erdogan a roja dawî ya hevdîtinan re, dixwaze peyama di pêşengtiya wî de pirsgirêka Kibrisê hatiye çareserkirin bide derdor. Naxwazin Erdogan beşdarî konferansa ku wê 12'yê Çileyê bê lidarxisin bibe.

WÊ ERDOGAN BÊ PROTESTOKIRIN

Li aliyê din, piştî ku hate gotin wê Erdogan biçe Cinêvê hinek partiyên siyasî yên Swîseryê jî di nav de saziyên civaka sivîl û dîsa dezgehên Kurdistanî û Tirkiyeyî, 12'ê Çileyê li pêşiya avahiya NY'yê wê bi çalakiyên ku li dar bixin Erdogan protesto bikin.

Rêxistinan, kiryarên antî-demokratîk ên Erdogan yên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata navîn pêk tînin bi bîr xistin, Erdogan weke diktatorekî dest bi xwîn pênase kirin û naxwazin Erdogan bê Cinêvê.