Hejmara qurbaniyên erdheja li Endonezyayê gihîşt 310 kesî

Li girava Cava ya Endonezyayê ji ber erdheja bi 5.6 pileyî 310 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya ajansa neteweyî ya têkildarî karesatan, hejmara qurbaniyên erdheja ku roja Duşemê li girava Cavayê qewimî gihîşt 310 kesî. Hate ragihandin ku 24 kes jî hîn winda ne.

Erdhej li nêzî bajarê Cianjurê qewimî. Endonezya ku di nava Xeleka Agir a Pasîfîk de ye, timî erdhej diqewimin û volkan diteqin.

Sala 2018'an li girava Sulawesiyê ji ber erdheja bi mezinahiya 7.5 pileyî tsûnamiyê li bajarê Palu xistibû. Di encamê de 4 hezar û 300 kes miribûn an jî winda bûbûn.

Sala 2006'an li girava Cavayê di erdheja bi mezinahiya 6.3 pileyî de 6 hezar kes miribûn, bi deh hezaran kes jî birîndar bûbûn.

Sala 2005'an li peravên Sumatrayê ji ber erdheja bi mezinahiya 8.7 pileyî zêdeyî 900 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.