Hatineya xizanên li Brîtanyayê wê di asteke bilind de kêm bibe

Li Brîtanya Mezin, ku wê ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, tê gotin wê xizan di salên pêş de hê xizantir bibin.

Li gorî texmînên dawî yên Banka Navendî ya Îtalyayê, rêjeya mezinbûna aboriyê di nava sala 2017'an de hat bilindkirin û ev yek weke ji sedî 2 hat destnîşankirin. Li gorî vê yekê, bandora neyînî ya aboriya makro, ku piştî biryara derketina ji Yekîtiya Ewropayê rû da, wê berevajî bibe.

Lê belê li gorî saziya ramanê ya bi navê Resolution Foundation, 'başbûna tê payîn' a li nava aboriya Brîtanya Mezin, wê ne li gorî vê îdîayê be.

Di rapora vê saziyê de hat ragihandin, di navbera salên 2015-2020'an de hatineya xizanên li Brîtanyayê wê kêmtir bibe. Di raporê de hat destnîşankirin, ku ev kêmbûn wê ji sedî 2 be û newekhevî wê zêdetir bibe.