Greva polîsan li Rîo jî deng veda: Di nava hefteyekê de zêdeyî 120 kes mirin

Piştî greva ku polîsan li eyaleta Espîrîto Santo ya Brezîlyayê dan destpêkirin, di nava hefteyekê de li vê eyaletê zêdeyî 120 kes mirin. Çalakiyan li eyaleta Rîo jî deng vedan.

Li eyaleta Espîrîto Santo, malbatên polîsan ji 4'ê Sibatê û vir ve çalakiyan lidar dixin. Ji ber ku mafê grevê yê polîsan nîne, malbatên wan li şûna wan çalakiyan lidar dixin. Malbat dixwazin heqdestên polîsan bên zêdekirin û şert û mercên xebatê werin sererastkirin.

Hevserên polîsan ên ji çapemeniya herêmî re axivîn gilî û gazin kirin, ku sîgorta tenduristiyê ya polîsan jî nîne.

Piştî ku li bajêr gera li dewriyê hat sekinandin, talanî, cînayet û êrîş zêde bûn. Artêşa Brezîlyayê ji bo pêşî li bûyerên şîdetê bigirin, paraşûtvan û wesayîtên zirxî şand. Tevî ku 1200 leşker û polîsên federal ji eyaletê re hatine şandin jî, çalakiyan roja Înê jî dewam kirin. Hat ragihandin, ku ev hêza leşker û polîsên federal wê bibe 3 hezar.

Di bûyerên şîdetê de, li eyaletê herî kêm 122 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî medya Brezîlyayê, tenê di nava rojekê de li Vîtorîayê 200 wesayît hatin dizîn. Di rojên asayî de 20 wesayît dihatin dizîn.

Li gorî komeleyeke bazirganiyê ya ser bi dewletê ve, ji ber bûyerên talan û diziyê, şîrketan bi 90 mîlyon realî, yanî bi 27 mîlyon Euroyî zerar kirine.

Ji ber rewşa ne ewle ya li eyaletê û girtina kargehan, gel ber bi supermarketa ve diherike. Li marketan rêzên dirêj çêdibin. Xwediyên marketan dibêjin, gelek madeyên pêwîstiya mirovan pê heye, qediyan e.

Di vê navberê de Serokê Sendîkaya Karkerên Rê Walace Belmîro Fernazîarî li bajarê Gûaraparî bi çekê hat kuştin. Li ser vê yekê seferên otobusan jî hatin sekinandin.

GREVA POLÎSAN LI RÎO JÎ DENG VEDA

Li eyaleta Rîo de Janeîro jî, gelek alayên polîsên leşkerî ji aliyê malbatên hêzên ewlekariyê ve hatin astengkirin. Malbatên polîsan li vir jî daxwaza dayîna mûçeyan dikin. Gotinên li ser destpêkirina greva giştî, li eyaletê rê li ber panîkê vekir. Tê gotin, li pêşiya 27 ji 100 alayên polîsan ên li eyaletê, çalakger hene. Gelekan ji van bi rengekî aştiyane çalakî lidar xistin. Çalakgeran ketin û derketina li bendên polîsan asteng nekirin. Lê belê pêşiya çar alayan bi temamî hatiye girtin.