Greva polîsan a li Brezîlyayê dewam dike

Li eyaleta Espîrîto Santo ya Brezîlyayê, tevî lihevkirina bi rayedarên herêmî re, greva polîsan dewam dike. Hevserên polîsan, peymana hatiye kirin îllegal dibînin.

Li gorî peymana bi rayedarên eyaleta li başûrrojavayê welêt re hatiye kirin, diviyabû polîs û arkuj di êvara Înê de vegeriyabûna ser karê xwe. Rayedaran soz da bûn ku eger grev bê sekinandin, wê cezayên dîsîplînê li beşdarên grevê neyê birîn. Lê belê daxwaza muçeyan a çalakgeran nehat qebûlkirin.

Tê gotin, di civîna peyman lê hat mohrkirin de, nûnerên malbatan ne amade bûn. Ji ber vê yekê jî malbat vê peymanê îllegal dibînin.

Hevsera polîsekî ji malpera nûçeyan G1 re axivî û got, "Nabe ku di nava xwe de peymanekê mohr bikin. Ev çalakî ji aliyê hevserên karmendan ve tê meşandin û ti ji wan li wir ne amade bûn. Çalakî dewam dike."

Ji ber ku mafê polîsan ê grevê nîne, çalakî ji aliyê malbatên wan ve tên meşandin. Grevê di 4'ê Sibatê de dest pê kir. Malbat dixwazin muçeyên karmendan bê zêdekirin û şert û mercên wan ên kar werin sererastkirin.

Ji ber grevê, dewriya polîsan a li eyaletê sekinînin. Ev yek jî bû sedem ku êrîş, talankarî û cînayetên li eyaletê zêde bibin. Li gorî sendîkaya polîsan, di nava hefteyê de herî kêm 127 hatine kuştin.

Heta grev biqede, bi qasî 3 hezar leşker li eyaletê li dewriyê digerin.