Germbûna global wê derbê li baregehên nukler ê veşartî bixe

Tê payin ku baregeha nuklerî ya DYA’yê ku li Gronlandê li bin tebeqeyên qeşayê de veşartiye bi germbûna global were dîtin. Hişyarî tê dayin hin bermahiyên nuklerî jî dibe ku talokeyê bi xwere bîne.

Baregeha nuklerî ya veşartî ku 1959’an  bi navê ‘’Project Iceworm’ê li Granlandê Camp Century piştî ku demekê hatibû bikaranîn 1967’an hatibû terikandin. Lê tê zanîn li baregeha ku projeya nuklerî ya veşartî gelek bermahiyên sotîner ên nuklerî jî hene.

Îhtîmaleke mezin e ku baregeha nuklerî ya ku ji hêla pisporên DYA’yî ve li bin tebeqeyên qeşayê hatî xefkirin ji ber sedema germbûna global qeşa bihele û derkeve holê. Ji ber sedema helandinê ya baregehê ku bi metroyan di bin qeşayê de dibe ku tevlî avê bibe û ev bermahiyên vir derkevin holê.

Lê ji ber ku heta niha li ser rîska helandina qeşeyê nehatibû sekinandin niha tê nîqaşkirin bê ka ew ê çi bikin. Pispor dibêjin bi rewşa heyî demontekirin wê xweyî maliyeteke zêde be û heta 2090’î ku tê payin wê helandina qeşayê bisekine nikaribin ji hev bixin. Lê tê gotin heta wê demê ji qeşayên ku dihelin dikare binizile nav avê û çekên taloke û bermahiyên taloke derkevin holê.