Gerîlayên FARC'ê gihîştin qadên danîna çekan

Di çarçoveya peymana aştiyê ya navbera FARC'ê û hikûmeta Kolombiyayê de, bi qasî 7 hezar gerîla gihîştin qadên danîna çekan.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Kolombiyayê ve hat eşkerekirin, bi qasî 6.900 gerîla, di çarçoveya peymana aştiyê de gihîştine qadên hatine diyarkirin.

Serokê heyeta çavdêriyê ya navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî General Javîer Perez Aqûîno da xuyakirin, ku gerîla roja 18'ê Sibatê gihîştine van herêman, ku wê li vê derê amadekariya vegera li jiyana sivîl bikin.

Ji bo çek lê bê danîn, 26 herêm hatibûn diyarkirin. Ev meşa gerîla di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hat kirin. Serokkomar Jûan Manûel Santos, ev rewş weke 'pêşketineke dîrokî' bi nav kir.

Hewl tê dayîn, şerê ku nîv sed sal e li Kolombiyayê diqewime bê qedandin û rûpeleke nû bê vekirin. Di vê çarçoveyê de, di navbera hikûmetê û mezintirîn tevgera gerîla ya li welêt FARC'ê de, meha Mijdarê peymaneke aştiyê hatibû îmzekirin.

Hikûmetê bi ELN re jî, ku tevgera dawî ya çalak a gerîla ye, di meha Sibatê de dest bi danûstandinên aştiyê yên fermî kiribû.

Bi qasî 30 tevgerên gerîla, hêzên paramîlîter ên ser bi dewletê û hêzên ewlekariyê yên dewletê tevlî nava şerê nîv sed salê yê li Kolombiyayê bûn. Di vî şerî de herî kêm 260 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 60 hezar kes winda bûn û 6.9 mîlyon mirov neçar man ji cih û warên xwe bibin.