FARC ya hedefa operasyonên îmhayê ye, dawî li agirbestê anî

Li Kolombiyayê ji sala 2012’an heta niha muzakereyên aştiyê yên didomin, darbeyan dixwe. FARC’ê bertek nîşanî nerawestandina operasyonên îmhayê yên artêşê yên li dijî gerîlayan da û diyar kir ku dawî li agirbestê anîne.

Li paytexta Havana ya Kubayê hevdîtinên aştiyê didomin û tevî vê artêşa Kolombiyayê operasyonên îmhayê didomîne.  Serokdewlet Juan Manuel Santos  di meha Nîsanê de raye da artêşê ku gerîlayan bombebaran bike û  piştî vê operasyona mezin de 26 gerîlayên FARC’ê jiyana xwe ji dest dabûn.

FARC’ê yek alî dawî li agirbestê anî, ev nayê qedandina hevdîtinên aştiyê lê, tê ragîhandin ku di hevdîtinan de pirsgirêkên cidî hene.  Hikûmeta Kolombiyayê, îdia dike ku rêveberiya FARC’ê 7 hezar gerîlayên xwe nekare kontrol bike.

Serokdewlet Santos, tevî operasyonên îmhayê yên li dijî gerîlayên FARC’ê  îdîa dike ku hevdîtinên li Havanayê didomin.  Hikûmetê jî got operasyona ku 26 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye, li hember yekîneya FARC’ê ya li herêma Cauca ya ku ya bazirganiya tiryakê ya herêmê têde ye, pêk hatiye.

Di pevçûnên ji 1964’an heta niha ya gerîlayên FARC’ê re heta niha 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.