Europol: Di sala 2015'an de zêdeyî hezar 'gumanbarên terorê' hatin girtin

Li gorî hejmarên Ofîsa Polîsan a Ewropayê (Europol), hejmara mirovên di sala 2015'an de bi gumanbariya terorê hatine girtin hezar derbas kiriye. Di êrîşên terorê de 151 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Europolê diyar kir, bi qasî du ji sê parên kesên hatine girtin, kesên Îslamiya tund an jî 'cîhadî' ne. Hat ragihandin, hejmara kesên ji ber pêwendiya bi DAIŞ û El Qaîdeyê hatine giritn 667 e.

Ji kesên par li welatên Ewropayê hatin girtin, 168 endamên rêxistinên 'neteweperest' an jî 'cihêkar' in. 67 jî weke endamên rêxistinên 'çep a tund' tên binavkirin. Hejmara kesên endamên rêxistinên rastgir ên tund bi gumanbariya 'sûcê terorê' hatine girtin, 11 ye.

Europolê da xuyakirin, ku hejmara çalakiyên terorê yên par berî pêk werin hatin astengkirin 211 e. Hat ragihandin ku di çalakiyên pêk hatine de, 130 jê li komkujiya 13'ê Mijdara 2015'an li Parîsê bi giştî 151 kesî jiyana xwe ji dest dane.