Êrîşkarê DAIŞ'ê, ji Tirkiyeyê çûye Misirê!

Derket holê ku ji çeteyê DAIŞ'ê yê ku êrîşî dêrên Misirê kiriye, ji Tirkiyeyê derbasî Misirê bûye.

Derket holê ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo li welatên cuda êrîşan pêk bînin, ji Tirkiyeyê derbas bûne.
Li Misirê di êrîşên roja Yekşemê de, yên ku 2 dêrên li Misirê bûbûn hedef û DAIŞ'ê ev êrîş girtibû ser xwe, kujerên êrîşê wekî Abû Ishaq û Abû al-Baraa al-Masri hatin diyar kirin. 


Êrîşkarê ku li bajarê Îskenderiye êrîşa kilîsê pêk aniye, Abu Îshaq al-Masrî di sala 1990’an de ji dayik bûye, wekî hejmaryar 4 mehan li Kuveytê kar kiriye û piştre çûye Tirkiyeyê. Ji Tirkiyeyê jî di 26'ê Kanûna 2013'an de derbasî Sûriyeyê bûye. Tê gotin ku Abû Îshaq al-Masrî dûre derbasî Sinaî'yê bûye.


Beriya niha di êrîşên li Belçîka, Rûsya û Fransayê de jî, çete ji Tirkiyeyê derbas bûbûn.