Êrîşa Dortmundê ji hêla ciwanê ku ‘dixwest bibe dewlemend’ ve pêk hatiye

Tê gotin êrîşa bi ser tîma Borussîa Dortmund a Elmanya de, ku 11’ê Nîsanê bi bombeyê pêk hatibû, ji hêla ciwanekî ve pêk hatiye ku xeyal kiriye bi senedên borsayê xwestiye bibe dewlemend.

11’ê Nîsanê beriya lîstikê li dijî otobûsê ku lîstikvanên kuluba Borussîa Dortmund (BVM) 3 êrîş çêbûbûn û bi hin birîndariyan ev êrîş bi dawî bûbû. Piştî bûyerê kaxezek hatibû dîtin ku li ser hatibû gotin li derdorê îslamiyên radîhal hene

Lê di lêpirsînê de jê guman hate kirin ku êrîş ji hêla welatiyekî Elman ê Rûs ê 28 salî ve hatiye kirin. Li gorî dozgeriyê û ekîbên lêpirsînê dema ku Sergej W. Êrîş pêk anî, hedefa wî ya sereke ew bû ku kuluba BVB di borsayê de kêm bibe û ew jî wiha xwe zengîn bike.