Di nûçeya rojnameyê de hat ragihandin, EPP'ê metnek ji 5 xalan amade kiriye û di nava vê pêşnûmeyê de xalên mîna; gera bi serbestî li nava Yekîtiya Ewropayê (YE) û biçûkkirina Komîsyona YE hene. Rojnameyê ragihand, EPP wê ji sedî sed li ber endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê rabe.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin, ku di metna EPP de ev tişt tê gotin, "Tenê welatên ku ji aliyê erdnîgarî ve bi giranî di nava Ewropayê de ne, dikarin bibin endamê Yekîtiya Ewropayê." Hat gotin, ev arguman wê li dijî endametiya Tirkiyeyê bê bikaranîn.
Di metna EPP'ê de hat gotin, endametiya Tirkiyeyê wê ji bo her du aliyan gelekî dijwar û zehmet be û hat ragihandin, Tirkiye nikare bibe endam, lê dikare bibe partner.
Ev metna EPP'ê wê di hefteya pêş de li nava Partiya Gel a Ewropayê, ku partiyên mûxafazakar û Xiristiyan endamê wê ne, pêşkêşî dengdanê were kirin.