Enerjiya Nûker sala 2021'ê di asta rekorê de zêde bû, lê têrker nîne

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) diyar kir ku kapasîteya elektrîka nûker li cîhanê di asta rekorê de zêde bûye, lê têrker nîne.

Di rapora 'Enerjiya Nûker' de işaret bi zêdebûna kapasîteya elektrîka ku dikare bê nûkirin, hate kirin.

Li gorî raporê, sala 2022'an bi kapasîteya 290 gigawatt (GW) wê rekora sala derbasbûyî bişikîne.

Li gorî IEA'yê ku texmînên xwe ber bi pêşketinê ve nû kir, heta sala 2026'an wê di asta 4.800 GW'î de enerjiya nûker zêde bibe. Ev jî wê li gorî sala 2020'î bê wateya zêdebûna ji sedî 60'î û di asta temamiya kapasîteya elektrîka ji nukleer û sotemeniya fosîlê ya heyî.

Divê fotovoltaîk jî ji sedî 50'î yê vê mezinbûnê be û kapasîsteya enerjiya ba ya li deryayê jî bi sê qatî bê zêdekirin.

Eleqeya vê yekê bi hemû herêman heye. Bi taybetî li Çînê, tê payin ku sala 2026'an yanî çar sal beriya armanca xwe ya fermî, bibe xwedî kapasîteya 1.200 GW a ji enerjiya ba û rojê. Hindistan jî wê mezinbûna xwe ya li vê sektorê li gorî sala 2015'an bi du qatî zêde bike.