Endamên partiya çep di serokatiya Corbyn de israr kirin
Di kongreya Partiya Karkeran ( Labour) de, Serokê Giştî yê partiyê Jeremy Corbyn yê ku di xeta çepgir de bi israr e dîsa hat hilbijartin.
Di kongreya Partiya Karkeran ( Labour) de, Serokê Giştî yê partiyê Jeremy Corbyn yê ku di xeta çepgir de bi israr e dîsa hat hilbijartin.
Encamên hilbijartina kongreya Partiya Karkeran ya ku roja Çarşemê pêk hatibû hate eşkerekirin. Li gorî encaman Corbyn sedî 62 reyên endaman wergirt û çû ser erka xwe ku ji 12’ê Îlona 2015’an ve li ser bû .
Di hilbijartinê de ku 654 hezar endamên Partiya Karker beşdar bûn, 313 hezar deng Corbyn girt û hevrêkê wî Owen Smîth jî 193 hezar deng girt.
Corbyn di 2015’an de sedî 59 piştgiriya endamên partiyê girtibû, niha ev piştgirî bû sedî 61,8. Rixmê parlamenteran endamên partiyê di xeta çepgiryê de bi israr in.