Elmanyayê firotina çekan a bi nîqaş, erê kir

Elmanya, ku di salên dawî de ji ber firotina çekan ji welatên bi dîktatoriyê tên birêvebirin re tê rexnekirin, firotina çekên xwe ji bo welatên komkujî lê tên kirin, didomîne.

Li gorî nûçeya Der Spîegel, Wezareta Aboriyê ya Elmanyayê, firotina 200 hezar fîşek û bombeavêj tevî zirxê wesayîta leşkerî ji bo Emaretên Ereb ên Yekbûyî erê kir. Emaretên Ereb ên Yekbûyî, di şerê navxweyî yê Yemenê de cih digire.

Li gorî nûçeyê, ev firotin wê ji aliyê şîrketên Jûnghans Defense û Dynamîte Nobel ve bê kirin, ku berdêla vê firotinê wê 125 mîlyon Euro be. Di nûçeyê de hate ragihandin, ev agahî ji aliyê Wezîra Aboriyê Brîgîtte Zyprîes ve pêşkêşî Meclîsa Federal hatiye kirin.

Li Elmanyayê 'pîvan'ek heye, ku li welatên şer lê heye, çek nayê firotin. Lê belê di nava salên dawî de ji welatên antî demokratîk ên weke Erebîstana Siûdî û Qatarê çek hatin firotin û vê yekê rê li ber nîqaşan vekir.