Elmanyayê bersiva erênî da nîvê serlêdanên penaberan

Hikûmeta Federal bersiv da pêşnûmepirsa Partiya Çep (Dîe Lînke) û diyar kir ku serlêdanên penabertiyê yên di sê mehên destpêkê yên di salê de hatine kirin, nîvê wan hatine qebûlkirin.

Hikûmeta Federal bersiv da pêşnûmepirsa Partiya Çep (Dîe Lînke) û  diyar kir ku serlêdanên penabertiyê yên di sê mehên ewil ên Dİ salê de hatine kirin, nîvê wan hatine qebûlkirin. Hat diyar kirin ku di dîroka Elmanyayê de serlêdanên penabertiyê yekem car evqas bilindin û nekarin bersiva erênî bidinê. Hat gotin ku ji bo hemû penaberên Sûriye, Erître û Iraqê mafên mayînê ya demkî hatiye dayîn.

Li gorî bersiva hikûmetê, Daîreya Penaber û Koçberan a Federal (BAMF) di meha Mijdarê de ji Makedonyaya ku wek ‘welatê bi ewle’ tê qebûlkirin, ji bo 6 kesî mafê starbûnê hatiye nasîn. Bi Makedonyayê re, Sirbistan, Bosna-Hersek jî wek ‘welatên bi ewle’ tên qebûlkirin û ji bo kesên ji van welatan tên jî  mafê penaberiyê wek kategorîk bê derfet tê hiştin.

Di 2014’an de serlêdanên penaberiyê yên ji bo Elmanyayê bi serlêdanên duyemîn re gihiştiye 202 hezarî û tê payîn ku heta dawiya vê salên di navbera 300 û 500 hezarî de penaber bên. Ji sala 1991’ê şûn ve ku Şerê Navxweyî yê Yugoslavyayê di asta herî jor de bû, yekem car hejmara penaberan a ji bo Elmanyayê evqas zêde ye.

Hat gotin ku bi zêdebûna penaberan re, wê dozên penabertiyê bi lez biryara wê bê dayîn.  Dozên penaberên Sûriyeyê di 4 mehan de, yên Pakîstaniyan jî di salek û nîvê de biryara wê tê dayîn.

Li gorî peymana Dublîn, penaberên ku yekem serlêdana penaberiyên li welatê kirine, divê bên şandin de, beşeke wan hatine dersînorkirin. Li gorî daneyên BAMF’ê  tenê ji sedî 12 penaber şandine welatên din ên Ewropayê.

Berdevkê polîtîkaya Karên Hundir a Dîe Lînke got ku peymana Dublîn bi ser neketiye. Got ku daneyên hatine dayîn divê Dublîn careke din li ber çavan derbas bike.