Elmanya wê îro Serokkomarê xwe yê nû hilbijêre

Li şûna Serokkomar Joachîm Gaûck, ku wezîfeya wî di meha pêş de diqede, wê îro li Desteya Hilbijarkaran a Federal Serokkomarê nû were hilbijartin.

Çav li rê ye Wezîrê Karên Derve yê berê Frank-Walter Steînmeîer di tûra destpêkê de were hilbijartin. Ji nava Partiya Çep Chrîstoph Bûtterwegge, ku bi têkoşîna xwe ya li dijî nelirêtiyê tê naskirin, tevlî hilbijartinê dibe.

Joachîm Gaûk ê di sala 2012'an de hat hilbijartin, da xuyakirin ku ew ê di hilbijartinê nebe namzet.

Tevî Steînmeîer û Bûtterwegge, 3 namzetên din ji eniyên çep û rast tevlî hilbijartinê dibin.

Serokkomarê Elmanyayê ji aliyê saziya bi navê Desteya Hilbijarkaran a Federal (Bûndesversammlûng) ve tê hilbijartin. Li Bûndesversammlûngê jî, ji Meclîsa Federal, parlamenterên Parlamentên Eyaletan û hin şexsiyetên nava civakê yên ji aliyê Parlamentên Eyaletan ve hatine diyarkirin, weke delege cih digirin.

ÇAV LI RÊ YE STEÎNMEÎER DI TÛRA DESTPÊKÊ DE WERE HILBIJARTIN

Li Desteya Hilbijarkaran a Federal bi giştî 1260 endam hene. Tê payîn di tûra destpêkê ya dengdanê de Frank-Walter Steînmeîer bi ser bikeve. Hevparên desthilatdariyê Partiyên Yekîtiyê yên Xiristiyan (CDU/CSU) û Partiya Sosyal Demokratan (SPD) Wezîrê Karên Derve yê berê Steînmeîer weke namzet nîşan da bûn.

Partiya Keskan û Partiya Demokratên Lîberal (FDP) jî ku li hemberî Steînmeîer ti namzet nîşan nedan, tê payîn ku dengê xwe bidin Steînmeîer.

Li gorî partiyan, rewşa delegeyên li Desteya Hilbijarkaran a Federal bi vî rengî ye: CDU/CSU 539, SPD 384, Partiya Keskan 147, Dîe Lînke 95, FDP 36, AfD 35, Partiya Korsanan (Pîraten) 11, Hilbijêrên Serbixwe 10.