Elmanya hejmara leşkerên xwe zêde dike

Li Elmanyayê, ku ji sala 1990'î û vir ve 2 ji 3 parên hejmara personelên leşkerî hatin kêmkirin, tê plankirin ku hejmara personelên artêşê ji nû ve bê zêdekirin.

Wezareta Parastinê ya Elman daxuyaniyek weşand û diyar kir, 'ji ber gefên nû û zêdebûna wezîfeyan' wê hejmara personelên sivîl û leşkerî yên li nava artêşê bê zêdekirin.

Li gorî vê yekê, hejmara personelên li nava artêşê ku niha 178 hezar e, wê heta sala 2024'an bibe 198 hezar. Di heman demê de wê hejmara personelên sivîl jî bigihêje 61 hezarî.

Li gorî Wezîra Parastinê Ûrsûla von der Leyen, ku endama Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) ye, tevî mîsyonên leşkerî yên li Malî û Afganîstanê, wezîfeyên leşkerî yên li welatên Baltik ên di çarçoveya wezîfeya NATO'yê de bên kirin, di girtina vê biryarê de bi bandor bûne. Von der Leyen îdîa kir, ku bendewariya ji artêşa Elman, ji her demê bêhtir zêde bûye.

Di sala 1990'î de, ku hingî her du Elmanya bûn yek, hejmara leşkerên artêşa Elman 585 hezar bû. Ev hejmar gav bi gav hatibû kêmkirin.