Elmanya: Dîplomatên Tirk serlêdana penaberiyê dikin

Elmanyayê ragihand, 136 kesên xwedî pasaporta dîplomatîk a Tirkiyeyê ne, li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kirine.

Serlêdanên penaberiyê yên xwediyên pasaporta dîplomatîk a Tirkiyeyê, ku piştî 15'ê Tîrmehê dest pê kir, dewam dike.

Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê diyar kir, di navbera Tebaxa 2016-Çileya 2017'an de 136 welatiyên Tirkiyeyê yên xwedî pasaporta dîplomatîk serlêdana penaberiyê kirine.

Van serlêdanan di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de rê li ber rewşeke aloz vekiribû. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di hevdîtina bi Serokwezîra Elmanya Angela Merkel re jê xwestibû ku ev daxwazên penaberiyê bên rekirin û 40 leşkerên ku bi gumanin tevlî darbeyê bûne, radestî Tirkiyeyê werin kirin.