Elman: Pirsgirêka herî girîng koç û entegrasyon e

Li gorî lêkolînek li Elmanyayê, ku di hefteya derbasbûyî de 4 caran komkujî lê hat kirin, gelê Elman koç û entegrasyona biyaniyan weke 'pirsgirêka herî girîng' dibîne.

Piştî êrîşa roja Sêşemê ya li bajarê Wurzbûrgê li trenekê hat kirin, roja Înê, ciwanekî ji Îranê li sûkeke Munchenê gule li derdorê reşandibû û 9 kes qetil kiribû. Roja Yekşemê jî li bajarê Reûtlîngenê, penaberekî ji Sûriyeyê hevalê xwe yê kar ê li restoranteke Tirk dixebitî, bi kêra donerê qetil kiribû. Li Ansbachê jî, penaberekî din ê hat tespîtkirin 'bîat' ji DAIŞ'ê re kiriye, êrîşêke xwekujî kiribû.

Piştî van bûyeran, hin derdoran şîroveya 'Elmanya bûye hedefa terorê' kirin. Lê di heman demê de nîqaş tê kirin ku temamiya êrîşan ji aliyê mirovên 'şikestî' yên pirsgirêka entegrasyonê û psîkolojîk li wan der bûne, hatiye kirin.

Bandora van bûyeran dewam dike. Li gorî lêkolînek beriya niha hat kirin, piraniya gelê Elman li dij in ku koçberên nû werin qebûlkirin û giranî ji 'entegrasyon'a penaberên heyî yên li welêt re bê dayîn.

Li gorî encamên lêkolîna meha Adarê ya saziya bi navê GfK, ji sedî 83 ê Elmanan dibêjin, pirsgirêka herî girîng koçberî û entegrasyona biyaniyan e. Ev rêje di sala 2015'an de ji sedî 35 bû.

Di anketê de hat ragihandin, rêjeya mirovên koçberî û entegrasyonê weke pirsgirêka herî girîng dibînin, di sala 1992'an de ji sedî 68 bû û cara yekemîn e gihaştiye asteke ewçend bilind.

TÊKOŞÎNA JI BO PERWERDEYÊ Û LI DIJÎ XIZANIYÊ NEMA GIRÎNG TÊ DÎTIN

Yek ji pênc Elmanan dixwaze, derî li hatine koçberên nû were girtin. Ji sedî 13 jî bêkariyê weke 'pirsgirêka divê bi lezgînî were çareserkirin' dibînin. Rêjeya mirovên bêkarî weke pirsgirêka herî girîng dibîne, di sala 2006'an de ji sedî 80 bû.

Rêjeya mirovên dixwazin giranî ji polîtîkaya perwerdeyê re bê dayîn, di sala 2015'an de ji sedî 15 bû, di sala 2016'an de jî ji sedî 9 e. Rêjeya mirovên girîngiyê didin têkoşîna li dijî xizaniyê ji sedî 15'an daket ji sedî 10'an.

Li gorî heman anketê, rêjeya mirovên li Awûstûrya, Belçîka, Swîsre, Hollanda û Brîtanya Mezin koçberî û entegrasyonê weke pirsgirêka herî girîng dibînin ji sedî 33 heta ji sedî 60'î ye. Li Fransa, Spanya, Îtalya û Polonyayê bêkarî weke pirsgirêka herî mezin tê dîtin. Li van welatan, rêjeya mirovên dixwazin beriya her tiştî pirsgirêka bêkariyê bê çareserkirin ji sedî 34 heta ji sedî 65 e.