Ebadî: Heta ku leşkerên Tirk venekişin wê têkilî destpê neke

Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî diyar kir, heta ku leşkerên Tirk ji kampa Başîka ya Başûrê Kurdistanê venekişin, "Tenê gavek jî di têkiliyan de pêş ve naçin."

Di rojên hefteya borî de Hayder El Ebadî yê bi Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim re hevdîtin kir, hat diyarkirin ku di hevdîtinan de li ser mijarên têkiliyan li hev kirine.

Îro Ebadî daxuyaniyek da û bal kişand ji bo têkilî pêş bikevin divê leşkerên Tirk ên li Kampa Başîkayê vekişin. Ebadî diyar kir ku heta leşkerên Tirk venekişin "Tenê gavek jî di têkiliyan de pêş ve naçin."

Hefteya borî piştî hevdîtinên li Bexdayê, li gorî hinek nûçeyên di çapemeniya Tirk de cih girtin, hat îdîakirin ku heta ku Operasyona Mûsilê bi dawî nebe hêzên dagirker ên li Başîkayê venagerin.