DYA: Yek ji pênc parên hêza hewayî ya operasyonî ya Sûriyeyê hate rûxandin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ku piştî êrîşa çeka kîmyewî ya li wîlayeta Îdlibê bombe li hêzên rejîma Sûriyeyê barand, diyar kir ku yek ji pênc parên kapasîteya hêzên hewayî yên rejîmê hatiye îmhakirin.

DYA, rejîma Sûriyeyê ji êrîşa hefteya bihurî ya bi çekên kîmyewî berpirsyar dîtibû û 59 fuzeyên Tomahawk avêtibû Bargeha Hewayî ya El Şayrat a rejîmê.

Wezîrê Parastinê yê DYA Jîm Mattîs der barê bomberdûmanê de daxuyaniyek weşand û diyar kir, yek ji pênc parên hêza hewayî ya operasyonî ya Sûriyeyê hatiye îmhakirin. Wezîrê Parastinê ragihand, tevî balafirên şer gelek stasyonên sotemeniyê û cebilxane jî hatine rûxandin.

Mattîs der barê fermana êrîşê ya Serok Donald Trûmp de got, "Serok, ji bo nîşan bide ku DYA li pêşberî kuştina mirovên bêguneh bi çekên kîmyewî bêdeng namîne, ev ferman da." Mattîs di daxuyaniya xwe de bibîr xist, ku rejîmê beriya niha ragihandibû ku wan ev çek îmha kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, tevî ku li pîstê nehatiye xistin jî rejîm nikare sotemeniyê û cebilxaneye li Baregeha Hewayî ya Şayratê deyne.

Li gorî DYA, beşek ji çekên kîmyewî yên di destê rejîmê de ne, li Bargeha Şayratê ne. Lê tê îdîakirin, ku ji bo 'madeyên kîmyewî belav nebe' li avahiya ku ev çek lê bûn nehatiye xistin.

Rejîma Sûriyeyê jî îdîa dike, ku têkiliya wan bi êrîşa kîmyewî a li Îdlibê nîne, ku 87 kesan jiyana xwe ji dest dan.