DYA: Heta ku Qirim bê radestkirin, danekirinên li ser Rûsyayê wê bidomin

Sefîra DYA ya li Neteweyên Yekbûyî, berevajî gotinên nerm ên rêveberiya giştî ragihand, heta ku kontrola Qirimê radestî Ûkraynayê bê kirin, wê danekirinên li ser Rûsyayê dewam bikin.

Sefîra Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nîkkî Haley li Konseya Ewlekariyê ya NY axivî û diyar kir, ew alîgir in ku danekirinên li ser Rûsyayê bidomin.

Haley da xuyakirin, ku ew li dij in ku Qirim di kontrola Rûsyayê de be û got, "DYA li cem gelê Ûkraynayê ye, ku ev 3 sal in di nava operasyona leşkerî û dagirkeriya Rûs de dinale."

Nîkkî Haley da xuyakirin, ku divê rêzdarî ji 'mafê serweriyê' yê Ûkraynayê re bê nîşandan û got, "Heta ku cihêxwaz (Rûs) ên ji Rûsyayê piştgiriyê dibînin hurmetê nîşanî ax û serweriya Ûkraynayê nedin, wê ev krîz bidome."

Donald Trûmp, ku di 20'ê Çileyê de dest bi wezîfey Serokatiya DYA kir, bi daxuyaniyên xwe helwesteke lihevkirinê nîşanî Rûsyayê didin. Tevî vê nêzîkatiya Trûmp ev helwesta Nîkkî Haley jî helwesteke dihat payîn bû. Çavdêr dibêjin, ji bo hevsengî di helwesta nerm a Trûmp a li ji bo rêveberiya Rûsyayê bê nîşandan, helwesteke bi vî rengî li Neteweyên Yekbûyî hatiye nîşandan.

Têkiliyên navbera DYA û Rûsyayê, piştî ku bi krîza Ûkraynayê re Rûsyayê Qirim tevlî axa xwe kir û Moskowayê ji bo destekirina rejîma Sûriyeyê dest bi operasyonên leşkerî kir, aloz bû.