Doza Plana Condor: Tevî dîktator Bîgnone 15 leşker mehkûm bûn

Li 15 leşkerên Arjantînî ku navê wan di Plana Condor de derbas dibûn, cezayê girtîgehê hat birîn. Di çarçoveya vê planê de, li Başûrê Amerîkayê di salên 1970 û 80'yî de zêdeyî sed mûxalîfên li dijî dîktatoriyê derketibûn hatibûn qetilkirin.

Doza têkildarî 15 leşkerên berê, ku dîktatorê dawî yê Arjantînê Reynaldo Bîgnone jî di nav de heye, li Bûenos Aîresê dewam kir.

Dadgehê ragihand, leşkerên di operasyona qetilkirina 105 mûalîfên Şîlî, Arjantîn, Ûrûgûay, Bolîvya û Paragûayî de cih girtine, ji ber avakirina rêxistina sûc, mehkûm kir.

Di çarçoveya vê plana di civîna dîktatoriyên Ûrûgûay, Şîlî, Paragûay, Bolîvya, Arjantîn û Brezîlyayê ve di sala 1975'an de hat kirin, yek jê jineke ducanî 105 mûxalîf hedef hatibûn girtin. Tevî 14 Arjantîniyî, 45 Ûrûgûayî, 22 Şîliyî, 13 Paragûayî û 11 Bolîvyayiyên çep û mûxalîfên demokrat hatibûn revandin û qetilkirin. 

Di doza ku 3 salan li Bûenos Aîresê dewam kir de, li sedan şahidan hatibû guhdarîkirin. Di destpêka dozê de 25 bersûc hebûn. Dîktatorê berê yê Arjantînê Jorge Rafael Vîdela jî di nav de 7 ji bersûcan di dema dadgehê de miribûn.

Emrê leşkerên ceza li wan hatiye birîn di navbera 77 û 92 salî de ye.