Dibe ku qadên manyetîk biguherin û di asta global de elektrîk bê birîn

Lêkolînerên Îngilîz dan xuyakirin, ku di nava 2 hezar salên pêş de dibe ku qadên manyetîk ên gerstêrkê biguherin û di asta global de elektrîk bê birîn. Ev tespît ji aliyê du profesorên Zanîngeha Leedê ve hat kirin.

Di gotarekê de, ku li malpera The Conversatîon hate weşandin, hat ragihandin ku guherîna qadên manyetîk dibe ku ji texmînan zûtir pêk were.

Bi gotineke din, pozîsyonên qada manyetîk a bakur û qada manyetîk a başûr dibe ku pev bê guhertin. Di rewşeke bi vî rengî de, bi dibetiya herî erênî wê elektrîk qut bibe. Bi îhtimala herî nebaş jî wê rê li ber hilweşîna girseyî veke.

Ji xwe qaên manyetîk, gerstêrka me li hemberî tîrêjên tund ên rojê, ku zerarê didin, diparêze. Jeomanyetîk di rewşeke berevajî de ye, qadên manyetîk wê gelekî qels bibin û çarenûsa zindiyên li cîhanê wê bi van tîrêjên rojê diyar bibe.

Qadên manyetîk herî dawî 780 hezar sal beriya niha hatibûn guhertin. Li gorî zanyaran, qada manyetîk serî her sedsalê di asta ji sedî 5'an de qels dibe û ber bi serûbin bûna manyetîk ve diçin.

Di sala 2003'an de ji ber hin ji van tîrêjên rojê yên biçûk, li Swêdê tevna elektrîkê sekinî bû. Di sala 1859'an de heman tîrêjan rê li ber ronahiya cemseran vekiribû.

Guhertina tam a qada manyetî wê rê li ber bandorên mezintir veke. Li gorî zanyaran, di rewşeke bi vî rengî de wê hemû amûrên elektrîkê yên rojê tine bibin.