Di tedawiya lezyonên mejî de gaveke girîng hat avêtin

Hat ragihandin, di encama xebateke enstîtuya lêkolînên norolojîk a Zanîngeha Poîtîers a Fransayê de, di mijara tedawiya lezyonên mejî de gaveke girîng hatiye avêtin.

Pisporên ku beriya niha tespît kirin, ku bi bicihkirina şaneyên mejî yên nekemilîne, lezyonên (nexweşî) mejî dikarin bên tedawîkirin, ji aliyê dema bicihkirina van şaneyan ve gaveke girîng avêtin. Di vê çarçoveyê de, noronên ji şaneyên sereke yên embriyonîk ên li laboratûvarê hatin bidestxistin, bi rêya împlantê li mejî tên bicihkirin.

Bi saya vê yekê, şaneyên teze rê li ber nûbûna perdeya li ser mejî vedike û bi vî awayî dibe alîkar ji bo lezyon ji holê rabin.

Pisporên Zanîngeha Poîtîersê derxistin holê, ku li şûna bicihkirina şaneyên mejî heman piştî lezyonan, dema herî kêm hefteyekê piştî rûdana lezyonan hat bicihkirin, hîn bêhtir kêrhatî dibin. Bi saya vê yekê, hejmara noronan jî zêde dibe.

Bi vê tedawiyê re, şensê jiyanê jî zêdetir dibe.