Di sala 6'an a 'şoreşê' de li Tûnisê xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin

Salvegera hilweşandina rejîma Zeynel Abîdîn bîn Alî ya li Tûnisê, ku weke destpêka bûyerên bi navê 'Bihara Ereb' tê zanîn û li welatên Ere rê li ber hilşweşîna gelek rejîman vekir, bi xwepêşandanan derbas bû.

Di Qanûna 2010'an de, firoşkarekî seyar ê bi navê Mûhammed Boûazîzî, ji bo şert û mercên jiyanê û neheqiya lê tê kirin protesto bike, agir berda bedena xwe. Bûyerên bi vê yekê re dest pê kirin, veguherîn xwepêşandanên civakî yên protestoyî. Di nava demeke kurt de, çalakgerên protestoyî berê xwe dan Serokkomar Zeynel Abîdîn bîn Alî, ku ji sala 1987'an ve li ser desthilatdariyê bû û di encamê de Serokkomar roja 14'ê Çileya 2011'an neçar ma welêt biterikîne.

Di ser hilweşîna desthilatdariya Zeynel Abîdîn bîn Alî re 6 sal derbas bûn. Lê hê jî pirsgirêkên gelê Tûnisê çareser nebûne.

Bi wesîleya salvegera destpêkirina 'şoreşê', di serî de li bajarê Sîdî Boûzîd ku çirûska destpêkê ya şoreşê li vir pê ket, li gelek bajaran xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin. Bi dehan bêkar daketin kolanaên bajêr û polîtîkayên hikûmetê şermezar kirin. Li bajarê Menzel Boûzaîane jî ciwanan lastîk şewitandin û rê li trafîkê girtin.

Li bajarên Meknassî û Ben Gûerdane jî xwepêşandêr daketin kolanan. Li hin bajaran, di navbera polîsan û xwepeşandêran de şer derket.