Di navbera Sirbîstan û Bosnayê de rageşiya qirkirinê

Têkiliyên di navbera Sirbîstan û Bosna-Hersekê de, têkildarî mijara komkujiyên salên 1990’î ya bi daxwaza ku biryarên Dîwana Dadmendiyê ya Navnetewî (ICJ) ji nû ve were dîtin, xirab dibin.

Ji hêla Serokkomarê Boşnak ê Bosna-Hersekê Bakîr Îzetbegovîç wê bi serlêdana ji bo ICJ’yê were xwestin ku biryara 2007’an a ku Sirbistan ji komkujiyê berpirsyar nedîtiye ji nû ve binirxîne. Di biryara behsê de hatibû gotin ji hêla Sirpên Bosnayê ve, di komkujiyên salên 1992-1995’an de Sirbistan cih negirtiye.

Li dijî vê biryarê, piştî bi 10 salan nerazîbûna Serokkomarê wê demê yê Bosna-Hersekê, Bakîr Îzetbegovîç wê bandorê hem li têkiliyên nav gelan bike û hem jî li têkiliyên bi Sirbîstanê re. Îzetbegovîç dibêje têkildarî komkujiyên weke Srebrenîca ku berê ji hêla ICJ’ê ve hatibû dîtin delîlên nû hene.

Mladen Îvanîç ku yek ji girêgirê Sirpên Bosnayayê ye dibêje biryareke wiha wê aramiya welêt têk bibe, Serokwezîrê Sirbîstanê Aleksandar Vucîc jî dibêje, ‘biryareke xirab û dijwar e’. Vucîn diyar kir ji nû ve vekirina dozê wê ziyanê bide aştiya Balkanan.

Peywira serokkomariyê ya Bosna-Hersekê bi navbera 10 mehan ji hêla rêveberên Boşnak, Sipr û Hirvatan ve tê kirin. Tê gotin serlêdaneke bi vî rengî ya li ser navê Bosna-Hersekê ya li ICJ’yê ya bêyî destûra serokwezîrên demê yên Sipr û Hirvat, wê rê li ber têkiliyên nav gelan bike.

Komkujiya ku bi ser misilmanên Bosnayî ve, sala 1995’an li Srebrenîcayê pêk hatibû û 8 hezar mirov hatibûn kuştin, ji hêla ÎCJ’ê ve, ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye weke jenosîdê hatibû binavkirin. Dadgehê îdîayên ku digotin komkujiî ji hêla Sirbîstanê ve hatiye kirin red kiribû û komên Sirp ên Bosnayî berpirs dîtibû.