Di navbera Clînton û Trûmp de 6 pûan hene

Li gorî anketa dawî ya li ser hilbijartinên serokatiyê yên li DYA, 6 pûan di navbera Clînton û Trûmp de hene. Yek ji çar hilbijêran dibêjin ew ê dengê xwe nedin her du namzetan.

Li gorî anketa ku Reutersê tevî Ipsosê di navbera 25-29'ê Tîrmehê de pêk anî, rêjeya dengên namzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton ji sedî 41 e, rêjeya dengên namzetê Komarparêzan Donald Trûmp jî ji sedî 35 e.

Ji sedî 24 ê beşdarên anketê dan xuyakirin, ku ew ê deng bidin 'namzetên din'.

Wezîra berê ya Karên Derve Hîllary Clînton a 68 salî, di kongreya Partiya Demokrat a çend roj berê de bi rengekî fermî bûbû namzeta partiyê. Hevrikê herî xurt ê Clînton karsaz Donald Trûmp jî bi daxuyaniyên xwe yên ne ji rêzê, ku gelek caran rê li ber nerazîbûnan vedikin, derdikeve pêş.