Di nava hikumeta Kanadayê de jin li refên herî pêş e

Li nava kabîneya bi hevsengiya zayendî de Melanie Joly bû Wezîra Karên Derve, Anita Anand jî bû Wezîra Parastinê.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di kabîneya bi hevsengiya zayendî de jin ji bo wezîfeyên wezaretên karên derve û parastinê tayîn kir û bi vî rengî guhertineke mezin li nava desteya wezîran çêkir.

Trudeau Melanie Joly kir Wezîra Karên Derve û Anita Anand jî kir Wezîra Parastinê. Chrystia Freeland jî ku li şûna Trudeau weke favorî tê nîşandan Alîkara Serokwezîr û Wezîra Maliyeyê ye.

Hikumeta Lîberal a Trudeau ji sala 2015'an dema hilbijartinê û vir ve nîvê desteya wê ji jinan pêk tê.

Joly a 42 salî beriya niha Wezîra Pêşvebirina Aboriyê bû û beriya wê jî weke wezîra mîrasê wezîfe kiribû.

Anand a 54 salî jî jin a duyemîn e ku Wezîra Parastinê ye. Beriya niha wezîra tedarikê bû û pêşengî ji hewldanên kirîna derziya li dijî Covid-19 re kir.

Trudeau aktîvîst Steven Guilbeault jî tevlî portfoyuna hawirdorê kir.

Lîberal li parlamentê xwedî 159 kursiyan e, lê belê bêyî piştgiriya partiyeke muxalefetê nikare qanûnekê bide qebûlkirin ku hingî pêwîstî bi 170 parlamenterî çêdibe. Li Kanadayê hikumetên hindikahî bi giranî çar salan nikarin dewam bikin.